'Li dijî barbaran li Brukselê li hev kom bibin'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê got, "Ji bo mirovahiyê divê her kes li Rojava bibe xwedî" û ji bo çalakiya li Brukselê banga tevlîbûnê kir.
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê got, "Ji bo mirovahiyê divê her kes li Rojava bibe xwedî" û ji bo çalakiya li Brukselê banga tevlîbûnê kir.
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her mirovên xwedî wijdan divê ji bo rawestandina komkujiyên li Rojava bixebitin. Dewleta Tûran a ku komkujiyan û kiryarên hovane dike û serçeteyê wê dewletê Erdogan û çeteyên wî divê bên rawestandin. Ev barbar dixwazin Kurdistana ku bexçeyê ol û neteweyane bikin derya xwînê. Ji bo têkbirina van barbaran divê em berpirsyariyên xwe pêk bînin."
Di vê çarçoveyê de ji bo çalakiya şermezarkirinê ya Çarşemê ya li Brukselê banga tevlîbûnê hate kirin.