Li Dihê 16 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê hejmara kesên di serdagirtina malan de hatin binçav kirin Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs jî di nav gihîşt 16 kesan.

Di demên dawî de li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî zêdebûn û li Riha û Dîlokê bi dehan kes hatin binçavkirin û pişt re li navçeya Dihê ya Sêrtê jî polîs û tîmên taybet bi ser malan de girtin û di nav de Hevseroka Dihê Eda Kîlîs jî heye 16 kes binçav kirin.
Di saetên nîvro de di serdagirtina malan de Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs, Hasan Kîlîs, Kerem Îlhan, Sînan Îlhan, Derya Aksoy, Ahmet Aksu, Cengîz Guneş û welatiyê navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Di operasyonên berdewam kirin de Hevserokê DBP'a Dihê Yilmaz Aydin, endamên DBP'ê Îdrîs Îlhan, Mehmet Savaci, Hasan Ozer, Tacî Yildiz, Murat Şalci, Şefîk Yildiz û Aytekîn Kayra jî hatin binçav kirin û hejmara kesên hatine binçavkirin gihîşt 16 kesan.
Hate ragihandin kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û dibe ku hejmara binçavan zêde bibin.
(bd)