Li dibistanên dayikê yên Mexmûrê coşa karneyan

Li dibistanên dayikê yên Mexmûrê coşa karneyan

Li wargeha penaberan a Şehit Rustem zarokên dibistanê bi merasîmekê bi coşek mezin karneyên xwe wergirtin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem li Dibistana Şehîd Mizgîn zarokên dibistana dayikê karneyên xwe bi merasîmekê ji destên mamosteyên xwe werdigirtin.

Pişti zarokan karneyên xwe wergirtin, dibistan ketin betlaneya demsala havînê.

Zarokên biçûk bi cilên xwe yên Kurdî û di destê her yek ji wan de ji bo bidin mamosteyên xwe diyariyek, bi dayikên xwe re li dibistanê amade bûn.

Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistan dest pê kir.

Di merasîmê de dayikan jî zarokên xwe tenê nehiştin û bûn hevparê coşa wan.

Mamoste Jiyan, di axaftina xwe ya merasîmê de destnîşan kir ku ew bi zanebûna zarok dahatûya civakê ne zarokan perwerde dikin û mamosteya destpêkê dayik e.

Mamoste Jiyan, wiha berdewam kir: “Wek mamoste em jî îro heman coş û heyecana zarokan dijîn. Divê em zarokên xwe di serî de bi çand û dîroka wan perwerde bikin. Her diçe ev derfet bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan di pêşengiya Rêber Apo de zêdetir dibin.”

Piştî axaftina Mamoste Jiyan zarokên biçûk beriya karneyên xwe wergirin bi sirûda Ey Reqîb dest bi şahiyê kirin.

Stran û skeçên zarokan coşeke bêhempa ku dida dayikan, dema ji bo karneyan nav hatin xwendin êdî zarok ji heyecanan mamosteyên xwe -yên ku ji bo rêza xwe xera nekin ew hişyar dikirin- jî guhdar nedikirin.

Zarokên biçûk dema navê wan dihat xwendin bi diyarên di destê xwe de karneyên xwe ji destê mamosteyên xwe girtin.

Merasîm bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.