Li dibistanan neçîra mamosteyan a ‘Gezî’
Li dibistanan neçîra mamosteyan a ‘Gezî’
Li dibistanan neçîra mamosteyan a ‘Gezî’
Ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Netewî ve, ev demeke li dibistanan der barê mamoste û xwendekaran de lêpirsîn tê meşandin. Li Enqereyê li hin dibistanan gazî hinek xwendekaran hatiye kirin û jê xwestinek u mamosteyên piştgirî dan Geziyê îxbar bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, li Enqereyê li hinek dibistanan gazî xwendekaran hatiye kirin û kaxizek dane ber wan û ji wan xwestine navê mamosteyên wan yên ku ew şandine çalakiyan û hevalên wan yên çûne çalakiyan binivîsinin. Her wiha midûran ji xwendekaran re gotiye dê nasnameyên wan deşîfre nekin û bila rehet bin.
Midûriyeta Perwerdehiyê ya Netewî ya Enqereyê talîmateke ‘lêpirsînan demek kurd de temam bikin’ şand ji midûrên dibistanan re. Li Enqereyê hinek midûrên dibistanan xwendekarên pola 6,7 û 8’an ligel ku betlana havînê bû jî yek bi yek lê geriyan û gazî dibistanê kirin. Xwendekar li polekê hatin berhevkirin.
Kaxizek danî berxwendekaran û gotin di 6-7’ê hezîranê de kîjan mamosteyê xwest hun biçin çalakakiyê. Xwest navê mamosteyên xwe û hevalên xwe yên tevli çalakiya bûne binivîsin. Xwendekaran ji ber tirsa nav nivîsin.
Her wiha rayedaran ji xwendekara xwestin ku bila ew bi xwe navê xwe nenivîsin û gotin kes dê navê we nizanibe.