Li Deyr Ez-Zor zilma DAIŞ zêde dibe

Li Deyr Ez-Zor zilma DAIŞ zêde dibe

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, îdîa dike ku çeteyên DAIŞ saziyên perwerdeyê digire û ji bo feraseteke ola Selefî serwer bike, mamosteyan dişîne kursên olî.

Li gor Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê çeteyên DAIŞ ji bo perwerdeyeke ku bi giranî olî ye amade kirine.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî û Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê çeteyên DAIŞ ev biryar di civîna roja Çarşemê ya bi midûrên dibistanan re ku li dar xistin aşkera kirine.

Li gor talîmata çeteyên DAIŞ, hemû mamoste neçarin mehekê kursa perwerdeya Îslamî bibînin. Hat diyarkirin ku nûnerên DAIŞ’ê jî rêvebernameyeke ku wê şûna “perwerdeya bêîman” bigire amade dikin. Hat ragihandin ku bernameya nû li gor xelifeyê DAIŞ hatiye amade kirin, dersên matematîk û yên din ên ‘dinyewî’ (!) wê tenê çend saet bin.