Li derya Spî 14 penaber xeniqîn

Li derya Spî 14 penaber xeniqîn

Keştiyek penaberan ne rewa li beranberî berava El-Iskenderiyê ya Misrê binavê bû. Hate gotin ku di encamê de 14 penaberên ku piraniya wan ji Sûriyê û Filistînin jiyana xwe ji dest dan.

Koçberiya bi rêyê qeçax ber bi Ewropa ve dibe sedemên mirinan. Li gorî nûçeyên ajansan duh di saetên êvarê de keştiya ku 130 penaberên di riyên qaçax re dixwestin derbasî Ewropayê bibin,  li beranberî girava El-Iskenderiyê ya Misrê binavê bû. Hate zanîn ku di encamê de 14 penaberan jiyana xwe ji dest dan  û 116 hatin rizgarkirin. Hate zanîn ku penaberên hatine rizgarikirin 40 ji Sûriyê ne, 72 ji Filistînê û 4 ji Misrine. Her wiha hate ragîhandin ku 2 kes wendane.