Li Dêrsimê vekirina goristana şehîdan hate astengkirin

Li Dêrsimê vekirina goristana şehîdan hate astengkirin

Li Dêrsimê merasîma vekirina Goristana Şehîdan a Doktor Baran û Zîlan bi fermana Serokwezîr û Wezareta Navxweyî ya Tirk hate astengkirin û cihê Goristana Şehîdan  ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Wê gel sibê careke din biçe goristana şehîdan.

Ji ber merasîma vekirinê, hema bêje îro li bajarê Dêrsimê rewşa awerte hatibû îlankirin. Rêya Dêrsim-Erzînganê bi temamî hate girtin û li ser rêya Xarpêtê (Elezîz) jî nasname tên kontrolkirin.

 Avahiya AKP’ê ji aliyê hêzên çevîk ên polîsan ve hate dorpêçkirin û li navenda bajar jî bi wesayîtên zirxî polîs û leşker hatin bicihkirin.

Piştî hevdîtina bi Walîtiyê re, 6 mînîbusên ji malbat û nûnerên saziyan çûn goristana şehîdan a li Pilumurê. Lê wesayît careke din di rê de hatin astengkirin. Hêzên ewlehiyê dan diyarkirin ku ji ber fermana ji Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî ya Tirk hatiye, nehiştin gel biçe goristanê.

Ji ber vê yekê malbat û nûnerên rêxistinan careke din vegeriyan navenda bajêr. Gel ji Kolana Sanatê heta Qada Seyid Riza meşiya. Girseyê di meşê de dirûşmayên ‘Nêzîkatiya li dijî şehîdan sedema şer û aştiyê ye’ û “Bijî Berxwedana Kobanê” qêriyan.

Piştre daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk axivî û vê nêzîkatiya dewleta Tirk protesto kir. Çelîk got: “Em sibê careke din biçin û vekirinê pêk bînin. Heta niha tu caran stûyê xwe li ber zextên dewletê xwar nekiriye. Ji niha û pêde jî em ê xwar nekin. Şehîdên me nirxên me ne û em ê xwedî li wan derkevin.”

Gelê Dêrsimê wê sibê saet 11.00, li ber avahiya DBP’ê kom bibin û biçin goristana şehîdan a li Pilûmûrê.