Li Dêrsîmê pevçûnan heta derengiya şevê berdewam kir

Li Dêrsîmê pevçûnan heta derengiya şevê berdewam kir

Li Dêrsîmê piştî pevçûneke çekdarî ya li bîraxaneyekê pêk hat de, ciwanên Dêrsîmê li dijî pêkanîn ku ciwanan berbi pêkanînên xerab dibe civiyan û di navbera wan û polîsan de pevçûn derket û heta derengiya şevê berdewam kir.

Li Dêrsimê duh di bîraxaneyekê de pevçûnek derket û piştî vê pevçûna çekdarî destpê kir. Welatiyê bi navê Sînan Amaç birîndar bû. Piştî bûyer hat bihistin bi sedan kes hatin cem hev û bi dirûşmeya ‘Em li Dêrsimê bîraxaneyê naxwazin’ berzkirin û pêkanînên qirêj yên li Dêrsîmê protesto kirin.

Ciwanan dirûşme berzkirin û li ber bîraxaneyê civiyan. Polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin û li dijî vê ciwanan bertek nîşan da. Ciwanan camên bîraxaneyan şikandin û ji vir berbi marketa BÎM’ê ve meşiyan.

Ciwanan bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Dêrsîm dê ji faşîzmê re bibe gor’ berzkirin û cama BÎM’ê dan ber keviran. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.  Di êrîşan de bîraxaneyan xesarên mezin dîtin û BÎM’ê êdî hatine asta ku nayên bikaranîn. Hat hînbûn ku rewşa Sînan Amaç jî baş e.