Li deriyê Ewropayê drama penaberên Sûriyeyê!

Li deriyê Ewropayê drama penaberên Sûriyeyê!

Welatê herî xizan yê Ewropayê, Bulgarîstan bû cihê penaberên Sûriyeyê. Rojê 100 penaber derbasî Bulgarîstanê dibe û penaber di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Hikûmeta Sofyayê, ji hikûmeta Ewropayê alîkariya demildest xwest, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî xwest Ewropa ji drama paneberan de çareseriyê bibîne.

Kesên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê direvin û dixwazin bigêhin Ewropayê diçin Bulgarîstanê. Di rojên dawî de 5 hezar penaberên Sûriyeyê sînorên Tirkiyeyê derbas kirin û  gihiştin Bulgarîstanê. Penaber li kampên Sofyayê bicih bûn û rayedarên Bulgar got ev hejmar di dawiya salê de dê bigihêje 10 hezarî.

Rojê bi giştî 100 Sûriyeyê derbasî Bulgarîstanê dibin û di şert û mercên giran de dijîn. Serokwezîr Plamen Orescharskî da zanîn ku mehane tenê dikin 5 mîlyon Euro ji bo penaberan veqetînin û got ew welatên herî xizan yên Ewropayê ne û  got ew ji hatina penaberan çareyê nabînin.

Orescharskî ji Yekitiya Ewropayê  alîkarî xwest û got: “Ne raste em deriyên sînorên xwe bigirin. Ji ber ev kes ji şer reviyane. Ev pirsgirêka, pirsgirêka hemû Ewropayê ye. Divê em ji vê re çareseriyê bibînin.

BULGARÎSTAN, YEWNANÎSTAN Û KIBRIS HERÊMA KRÎZA!

Ligel van gotinên serokwezîr, wezîrê karê hundir Zwetlîn Jowtschew roja îna borî çû Tirkiyeyê û ji bo ewlehiya sînor zêde bibe û hatina penaberan bê rawestandin, daxwaza tedbîr girtinê kir. Komîsyona Ewropayê jî ji bo li deriyên têketinê tedbîr bên girtin ket nava tevgerêç  Komîsyonê Yewnanîstan, Kibris û Bulgarîstan wek herêma krîzê îlan kir û ji bo alîkariyan amadekarî kir.

Lê niyeta Bulgarîstanê ev e ku penaberên hatine welatê wan li welatên Ewropa bê belavkirin. Wezîrê Karê Derve yê Bulgar Chrîstîan Wîgenîn welatên YE’ê rexne kir û got ew penaberan qebûl nake û got: “Ev pirsgirêka hemû Ewropayê ye. Divê barê me bê kêmkirin.”Ligel hikûmetê gelê herêmê jî ji hatina penaberan bi gazince.

EWROPA DIVÊ JI KRÎZÊ RE ÇARESERIYÊ BIBÎNE

Lijneya alîkariyê ‘Pro Asyl’ û Rêxistian Efûyê ya Navneteweyî jî xwest Ewroa ji krîzê re çareseriyê bibîne. Saziyan xwest hikûmeta Alman qedexeya îltîcatiyê rabike û newekheviya li dijî penaberan rabike.