Li Der-Zorê dêra ji bo qurbaniyên qirkirinê hat çêkirin hat hilweşandin

Li Der-Zorê dêra ji bo qurbaniyên qirkirinê hat çêkirin hat hilweşandin

Nivîskarê rojnameya The Independent a Îngilîz Robert Fîsk ragihand, ku li bajarê Der-Zor ê Sûriyeyê, dêrek ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an hatibû çêkirin, ji aliyê çeteyan ve bi teqemeniyan hatiye hilweşandin.

Fisk di nivîsa xwe ya hejmara îro ya rojnameyê de diyar kir, ku çeteyên ji Tirkiyeyê destekê digirin, dêra di mijara Qirkirina Ermenî de xwedî hejmareke zêde ya belgeyan bû û hestiyên bi sedan qurbaniyan lê bû, hilweşandin.

Rahîbekî dêrê Antranîk Ayvaziyan ê ji Fisk re axivî da zanîn ku çeteyan ji wan re gotine, eger ew wan weke otorîteya qanûnî ya li Sûriyeyê qebûl bikin ew ê zerarê nedin arşîvên dêrê, lê belê ji ber ku wan ev red kirine, hemû belge û malên dêrê tine kirine. Ayvaziyan da zanîn ku berî Der-Zorê biterikîne wan hin ji hestiyên qurbaniyên qirkirinê binax kirine û diyar kir ku dema ew rojekê vegeriyan ew ê hingî bizanibe ka ev hestî li şûna xwe ne yan na.

Ayvaziyan bibîr xist ku di sala 1915'an de rahîbê dêrê Petrus Tezîbaşiyan, ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kuştin û cesedê wî avêtine Çemê Firatê. Ayvaziyan ragihand ku piştî sed salî dêr vê carê ji aliyê çeteyên olperest ve hatiye xerakirin û anî ziman ku yek ji nîşaneyên herî girîng ên dîrokî, hatiye hilweşandin.