Li Den Haagê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakiya bi kon a li pêşîya parlementoya Hollandayê ya li bajarê Den Haagê hatibû lidarxistin îro kete roja duyemîn.

Ligel barana zêde çalakgeran kon vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên TJK û YPG’ê hildan. Di çalakiya bi kon de têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahdarî hate kirin û afîş hate belavkirin.

Di heman demê de gotinên bi Îngîlîzî û Hollendî di defterên biçûk de hatin belavkirin ên ku ji pirtûkên Ocalan hatibûn stendin.

Çalakî bi gerandina govendê û bi stranên şoreşgerî bi dawî bû.