Li Danîmarkayê parlementeran piştgirî dan HDP’ê
Li Danîmarkayê nêzî 100 parlementer û endamên meclîsa şaredariyê ji bo piştgiriya hevşaredarên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Li Danîmarkayê nêzî 100 parlementer û endamên meclîsa şaredariyê ji bo piştgiriya hevşaredarên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
93 parlementer û endamên meclîsa şaredariyê yên Danîmarkayê ji bo piştgiriya HDP’ê deklarasyoneke hevpar weşandin.
Di deklarasyonê de bal kişandin ser hevşaredarên HDP’ê yên ku peywira wan hatiye desteserkirin û hatine girtin.
33 parlementer û 60 endamên meclîsa şaredariyê gotin ku “Salek berê li Tirkiyeyê hilbijartina herêmî hate lidarxistin. Di vê hilbijartinê de partiya mûxalefet HDP bi ser ket û 65 şaredarî kete destê HDP’ê. Lê a niha bi tenê 12 şaredarî di destê HDP’ê de mane. Hevşaredarên HDP’ê hatin destgîrkirin û şaredarî ketin bin kontrola rejîma Erdogan. Em dixwazin hurmet ji vîna hilbijêran re were nîşandan. Em bang meclîsên parlementeriyê yên navneteweyî, Konseya Ewropayê, AGÎT, NATO û IPU’yê dikin ku bila hevşaredar werin dîsa vegerin ser peywira xwe.”