Li Danimarkayê ji bo Kobanê çalakî

Li Danimarkayê ji bo Kobanê çalakî

Bi pêşengiya Foruma Kurdîsk a Komeleya Dostaniya Kurd û her wiha bi piştgiriya Partiya Enhedslisten, Partiya Gelan a Sosyalist û gelek sazî û lijneyan bi navê ‘Kobanê tu car teslîm nabe’ çalakî pêk hat.

Meşa ji ber Metroya  Christianshavn destpê kir, li ber Chrîstîansborg a Parlamentoya Danîmarkayê bi mîtîngê bi dawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmayên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG-YPJ" hatin gotin.

Wezîrê Karên Derve yê berê û parlamenterê Partiya Gelan a Sosyalîst Holger K. Nîelsen axivî û diyar kir ku PKK li dijî terorê têdikoşe, lê mixabin hê di lîsteya terorê de cih digire û ew tu wateyê nade vê.

Li ser navê partiya Enhedslisten Nikolaj Villumsen jî got ku berxwedana Kobanê dersek mezin dide Amerîka û Tirkiyeyê ya ku bawer dikin dê Kobanê bikeve. Vîllumsen balkişand ser êrîşên li Kobanê û divê piştgirî ji bo YPG’ê bê dayîn.

Çalakî bi stranên Nevzat Tunç, Onur û Apo bi dawî bû.