Li Danîmarkayê dosya 'Ocalan' radestî partiyan hat kirin

Kurdistaniyan li Danîmarkayê, dosyayek têkildarî tecrîda li ser Ocalan radestî partiyên siyasî kirin.

Kurdistaniyan bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd Sêvê, dosyayek radestî 7 partiyên herî mezin ên li Meclîsa Danîmarkayê kirin.

Di dosyayê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin. Her wiha ji Ewropayê hat xwestin, ku ji bo azadiya Ocalan zextê li hikûmeta AKP'ê bike û daxwaz ji saziyên mafên mirovan hat kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê.