Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
Li Colemêrgê 2 kesên ku 4’ê Adarê di operasyonên qirkirina siyasî de hatîn destgîrkirin, bi idiaya “endambûna rêxistinê” hatin girtin.
Li Colemêrgê 2 kesên ku 4’ê Adarê di operasyonên qirkirina siyasî de hatîn destgîrkirin, bi idiaya “endambûna rêxistinê” hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên 4’ê Adarê li gelek taxên navenda Colemêrgê hatîn kirin de, 6 kes hatibûn destgîrkirin.
Piştî îfadeyên wan li emniyetê hate girtin Bariş Kiskan û Emîn Akin sewqî edliyeyê kirin, 4 kesên din jî hatin berdan. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Kiskan û Akin bi heman daxwazê sewqî Dadgeha Cezayê Silha 1. a Colemêrgê kirin.
Kiskan û Akin bi îdîaya “endambûna rêxistinê” hatin girtin û birin Saziya Cezayê Înfazê ya Tîpa T a Wanê.