Li Colemêrg, Dîlok û Balikesîrê herî kêm 12 kes hatin binçavkirin

Siyasetmedar û rêveberên şaredariyê jî di nav de herî kêm 12 kes li Colemêrg, Dîlok û Balikesîrê hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP û Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Siyasetmedar û rêveberên şaredariyê jî di nav de herî kêm 12 kes li Colemêrg, Dîlok û Balikesîrê hatin binçavkirin.

COLEMÊRG

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî şaredariyên DBP'î de Alîkara Hevşaredarên Colemêrgê Derya Çîtçî, rêveberên DBP'î yên berê Omer Kaya û Îsmet Tûncer duh hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku di serdegirtinên taxên Kiran û Merzanê de endamê Meclîsa Şaredariya DBP'ê Hasan Yîgît û esnafên bi navê Kazim Yalçin û Hamdûllah Çelebîoglû yên derbareyê wan de biryara lêgerînê hebû hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji ber beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê ya di 14'ê Tebaxa 2015'an de hat dayîn bûne hatine binçavkirin. Tê payîn ku her 6 kesên hatin binçavkirin îro wan sewqî dozgeriyê bikin. 

DÎLOK

Li navçeya Ereban a Dîlokê jendermeyan bi ser 16 taxan de girtin û herî kêm 8 kes kirin binçavkirin. Di serdegirtinan de li Taxa Fistiklidagê welatiyên bi navê Hasan Sabanci û Mehmet Şeker, li Taxa Akbûdakê welatiyên bi navê Bekîr Çelîk, Ekrem Kendîrcî, Arîf Pekmezcî, Cengîz Geçîlî, Muslum Ateş û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn binçavkirine. Hat diyarkirin ku welatiyên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, şandine Qereqola Jendermeyan a Erebanê. 

BALIKESÎR

Li navçeya Edremît a Balikesîrê danê sibehê polîsan bi ser mala Hevseroka HDP'ê ya Edremîtê Hurriyet Kizil de girtin. Piştî lêgerîna li malê Kizil hat binçavkirin û ew şandin Midûriyeta Polîsan a Balikesîrê.