Li Cizîrê wesayîtekî zirxî li zarokekê qelibî

Li Cizîrê wesayîteke zirxî li zaroka 8 salî dema dilîst, qelibî.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan bi wesayîtekî zirxî zarokek din birîndar kir. Polîsan li taxa Sur a Cizîrê li nêzî Pira Deştê bi wesayîtekî zirxî li zaroka 8 salî Rûken Cansiri qelibî û bi giranî birîndar kir. Polîsan li şûna bang li ambûlansê bike, bi wesayîta zirxî ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Cansiri ku rakirin nexweşxaneyê hat diyar kirin ku mîdeya wê xwîn çûye. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku divê Rûken Cansiri 24 saetan di beşa lênerîna zêde de bê dermankirin. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa wê wê piştî 24 saet şûnde diyar bibe.

Xizmên Cansiri jî piştî bûyerê li ber nexweşxaneyê kom bûn. Xizmên Cansiri nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku polîs bi wesayît pir bi lez di kolanê re derbas dibû. Polîsan nexweşxane dorpêç kir.

Li cihê bûyerê jî tenê xwîna Cansiri û pêlava Rûken Cansiri ma.