Li navçeya Şirnex Cizîrê, der barê encamên terora dewletê ya du roj in li hemberî gel dike, agahiyeke zelal nayê wergirtin. Hejmara mirî û birîndaran nayê zelalkirin.
Agahiya herî zelal û şênber ew e, ku segvan û polîsên tîmên taybet, guleyan berdidin her tiştê li kolanan dilive. Dewleta Tirk ji bo komkujiyê veşêre û têkiliya Cizîrê bi cîhanê re bibire, xetên telefon û înternetê qut kiriye.
LI HER KOLANÊ SEGVAN HATINE BICIHKIRIN
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Sîbel Yîgîtalp a li navçeyê ye, saet di 09:30 de di hesabê xwe yê Twitterê re ev agahî da: "Em diçin taxên ku pevçûn lê giran bûye. Li Cizîrê jiyana kesî ne ewle ye. Li her kolanê segvan hatine bicihkirin."
Yîgîtalp got, "Ey mirovahî, li hemberî komkujiya li Cizîrê bêdeng nemîne; em nikarin cenazeyên xwe rakin, em nikarin birîndarên xwe bibin nexweşxaneyê. Bibin dengê Cizîrê, ji xwînê hine nabe."
Heyeta HDP'ê ya di nav de 5 wekîl hene jî, her çend heta vê kêliyê jî hewl didin bikevin nava Cizîrê, ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven a di nava heyetê de cih digire got, "Ji sibehê ve ji bo ketina nava navçeyê em di nava hewldanan de ne. Herî dawî me astengiyek derbas kirin, ji rêya kêlekê ya Cizîrê, ji rêya Silopiyayê em dimeşin. Em îro bi awayekî bikevin nava Cizîrê."
'DER BARÊ WINDAHIYAN DE AGAHIYEKE ZELAL NAGIHÊJE ME'
Guven da xuyakirin ku nûçeyên gelekî nebaş ji navçeyê tên û rewşa ji saet 12:30 û pê ve bi vî rengî anî ziman: "Polîs nahêlin birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyê werin rakirin. Destûr nayê dayîn cenaze were rakirin. Nexweşxane hatine dorpêçkirin. Fermana 'hûnê birîndaran qebûl nekin' ji nexweşxaneyan re hatiye dayîn. Ji taxên Nûr û Cûdî telefon tên dibêjin, 'Birîndarên me hene, ambûlans li kolana pêşberî me ye, lê em nikarin derkevin derve. Kî derdikeve derve, guleyan berdidin." Der barê windahiya can û birîndarên me de agahiyeke zelal nagihêje me.
Bi hinceta qedexeya derketina derve, nahêlin em xwe bigihînin navenda navçeyê. Li Enqereyê hevalên me hevdîtinan dikin, lê belê ji wir jî agahiyeke zelal nayê. Waliyê Şirnexê li vê derê ji xwe re hikûmetek, ji xwe re komarek ava kiriye. Daxwazên me yên hevdîtinê qebûl nake, leşkeran dike mûxatabê me. Lê belê çi dibe bila bibe, em bi biryar in îro bikevin nava Cizîrê."
ENCU: LI TAXÊN CÛDÎ Û NÛRÊ KETIN Û DERKETIN TÊ ASTENGKIRIN
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu da xuyakirin ku li taxên Nûr û Cûdî yên pevçûn lê qewimîn, ketin û derketin ji aliyê polîsan ve tê astengkirin û got, "Li Cizîrê jiyan bi temamî tevizî ye. Li navçeya ku germahî gihaştiye 50 pileyî, elektrîk qut bûye, av naherike."