Li Cizîrê ciwanekî din jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê, ciwanê bi navê Osman Çagli yê bi guleya segvanan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehiştin wî rakirin nexweşxaneyê xwîn ji ber çû û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ciwanê bi navê Osman Çagli (18) yê bi guleya segvanan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehiştin wî rakirin nexweşxaneyê xwîn ji ber çû û jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Cûdî, ku tê gotin ji ber gulereşandina segvanan gelek kes birîndar bûne, polîs nahêlin kesek biçe nexweşxaneyê. Welatiyan hewl dan bi wesayîtê Çagli û birîndarên din rakin nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku polîsan gule li wesayîtê reşandin, neçar man vegerin. Çagli yê gule li zikê wî ket, ji ber xwîna zêde ya ji ber wî çû, jiyana xwe ji dest da.

Hejmara mirovên li welêt jiyana xwe ji dest dan derket 7'an. Bi taybetî li taxên Nûr û Cûdî pevçûnên dijwar didomin.