Li Çiyayên Kurdistanê Tirkmenekî ji Koçgiriyê

Li Çiyayên Kurdistanê Tirkmenekî ji Koçgiriyê

‘Ez rizgariya gelê Tirk di têkoşîna azadiya gelê kurd de dibînim’

Ev gotin aydê yek ji damezrînerên PKK’ê Kemal Pîr e. Piştî sosyalîstên wekê Kemal Pîr, Hakî Karer, bi sedan ciwanî rizgariya gelê kurd di têkoşîna azdiya gelê kurd de dît û berê xwe dan çiyayê Kurdistanê.

Ji van ciwanan yek Onur Kapar yê ji Sêwasê, bi navê xwe yê kod Alîşer Koçgiriye. Kapar navê xwe ji endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Alîşer Koçgirî ku di 10’ê cotmeha 2011’an de jiyana xwe ji dest da, girtiye.

Kapar ku li gundê Yildizelî Doganli ya Sêwê wek zarokê malbateke tirk hat dinê, heta jiyana xwe ya Çiyayê Kurdistanê beşeke jiyana xwe li Stenbolê dijî.

Çend meha tenê dikare biçe dibistanê, di temenê biçûk de dest bi xebatê kir, di karê înşaat û tekstîlê de xebitî.

Li taxa Gulsuyu mezin bû, ev tax her çiqas şoreşger lê zêde bin jî, di nava malbatê de nêzîkatiya li hemberî PKK’ê, ji nêzîkatiya îdeolojiya fermî ne cuda ye.

Kapar da zanîn ku bi wî re jî ‘fobiya kurd’ hebû û ev fobî çawa şikestiye wiha vegot:

LI HEVALÊ MIN YÊ KURD XISTIN EZ BERDAM

“Malbata min Kemalîst bû.  PKK li dijî kurda dabûn reşkirin, dixwestin ez jî wisa bikim û bi min bidin kirin. Ez jî heta ji destê min dihat ez dur diketim.

Lê min ev fobî di demek kurd de şikest. Pêşketina temenê me jî hinek bi bandor bû. Lê ya herî bi bandor ez bûm şahidê tiştekî.  Hevalekî min hebû.  Ew heval 4 mehan ji doza PKK’ê di girtîgehê de bû. Rojekê em bi hev re digeriyan.  Me sohbet dikir. Polîsan pêşiya me girt. Em her du jî nas dikirin. Navê min gotin. Ji min re gotin Onur bi van terorîstan re negere. Ez berdam û li hevalê min xistin. Hevalê min ji ber kurd bû lêdan xwar. Vê bûyerê bandorek mezin li ser min kir.  Di serê min de gelek pirs hbûn. Min nedizanî ez çava van pirsan bibersivînim.

POLÎSAN PIR TIŞT NÎŞANÊ MIN DA!

Birayê min berê ketibû girtîgehê. Min ji wî pirsî û min got; dewlet ji kurdan çi dixwaze çima dijminê kurdane? Ji min got: nêrîna hevalê te li dijî îdeolojiya fermiye ji ber wê. Wê demê min fêm kir ku kurd di navbera mirin û jiyanê de mane. Kêm be jî gotinên birayê min hinek tişt di serê min de zelal kir. Di serê min de, îdeolojiya fermî, dewlet, sosyalîzm û kurdbûn hinek tişt ava dikir. Polîsan bêyî ku ferq bikin gelek tişt nîşanê min dan.

Min bi dê û bavê xwe re nîqaş dikri. Her sê birayên min ketin girtîgehê. Zarokan wan ji aliyê dewletê ve îşkence dîtibû. Herî dawî ez bi wan re diketim nîqaşê û vê yekê hêdî hêdî Kemalîzm wan re dişikest. Dijminahiya wan a berê ya li hemberî kurdan nemabû.”

Kapar piştre li atolyeyek konfeksiyonê dixebite. Bi saya hevalên xwe pêşdaraza wî ya li dijî kurdan dişkê.  Sempatiya wî ya li dijî PKK’ê zêde dibe. Piştî demekê biryara tevlibûna PKK’ê dide.  Lê di encama bê talihiyekê de dikeve girtîgehê.

Kapar wiha got: “Sempatiya min ya bo PKK’ê zêde dibû. Rojekê hevalên min ji min pirtûka serokatiyê ya ‘Çalakî û Zimanê Rastiyê’ anî. Lê xwendin û nivîsandina min tunebû. Min nîqaş dikir û hemû pirsên serê xwe dibersivand.

Her ku ez aktîf bûm, bala polîsan li ser min bû. Ez kirim binçavan û îşkence li min kirin.  Min biryar da ku tezli PKK’ê bibim. Min ji birayê xwe re got.  Birayê min got tu bi biryarî? Min got ez amademe. Ez di xebatên ciwanan de mam. Polîsan zext li mekir. Ez hatim girtin. Polîsan di bin çavan de digot; Çi karê te heye di nava van terorîstan de.

ME GIRTÎGEH VEGUHERT DIBISTANÊ

Ez birim cihekî, tazî kirim. Ji min re gotin; ji kurdan re dijûna bikin. Ez li dijî vê derketim. Leşker li min xist. Piştre fermandar got, bisekinin bila kurd li vî bixin ku ev hêrs bibe.  Çend ciwanên kurd anîn û li min xistin. Çar rojan îşkence li min kirin. Em şandin girtîgehê. Me girtîgeh veguher dibistanê.  Min xwendin, nivîsandin hîn kir. Nîqaş me dimeşand.

DI JIYANA MIN DE RUPELEK NÛ VEBÛ

Piştî ez ji girtîgehê derketim ez ketim riya çiyan. Çiyayê Kurdistanê di jiyana min de rupelek nû bû, kesayetek nû afirand.

Kapar da zanîn ku divê ciwanên tirk PKK’ê rast nas bikin û wiha bang kir: “PKK ne partiyek netewpereste.  Ne dijminê tirkane. Ne yê elewiyane.  PKK lêgerîna jiyaneke azad e.  Ez hem Elewime û hem jî Tirkmen.  Ez di nava PKK’ê de bawerî û nasnameya xwe azad dijîm. Hun PKK’ê nekarin li saziyên fermî yên dewletê hîn bikin. “