Li Çiyayê Tendurekê leşker hatin bicihkirin

Li Çiyayê Tendurekê leşker hatin bicihkirin

Ji Fermandariya Jendermeyan a li navçeya Agirî Diyadînê, hejmareke zêde maşînên leşkerî derketin û ber bi Çiyayê Tendurekê bi rê ketin.

Hat hînbûn, li navçeya Agirî Diyadînê, doh êvarê hejmareke zêde maşînên leşkerî ji Fermandariya Jendermeyan a navçeyê derketiye û ji bo li quntarê Çiyayê Tendurekê leşkeran bicih bike, bi rê ketiye.

Di nava vê karwana leşkerî de maşînên zirxî, 2 tanq, alavên leşkerî û hejmareke zêde leşker û cerdevan cih girtin.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku leşker li herêmên Girê Nêriya, Kevirê Loda, Girê Beranan, Kanîspî û Geliyê Dojehê yên Çiyayê Tendurekê bich bûne.