Li Cîhanê 30 mîlyon koleyên modern hene!
Li Cîhanê 30 mîlyon koleyên modern hene!
Li Cîhanê 30 mîlyon koleyên modern hene!
Li gorî rapora Weqfa Azad Bimeşe ya bi xebatên xwe yên li ser koledekariya modern a cîhanê tê zanîn, li qada global herî kêm 29 mîlyon kes di şert û mercên koledariyê de dijîn. Li Tirkiyê jî 110-130 hezar kole hene.
Di rapora saziya ku navenda wê li Awûstûralyaye de, bi hejmara koleyan û qanûnên têkoşîna li dijî koledariyê re welat yek bi yek tên nirxandin. Di endeksa koledariyê ya di raporê de cih digire de, Morîtanya di rêza yekemîn de cih digire. Li vî welatî koledarî hînê ji bav derbasî kur dibe. Li dû Morîtanya Haîtî, Pakîstan û Hîndîstan tên.
Hejmara kleyên li 10 welatên cîhanê yên herî zêde kole lê ne, ji sedî 70 ê tevahiya koleyan e. Hîndîstan ji 14 mîlyon koleyan re mêvandariyê dike, li Çînê 2.9 mîlyon, li Pakîstanê jî 2 mîlyon kole hene.
Herçend Hîndîstan welatê ku herî zêde kole lê hene ye, dema li gorî nifûsa wê tê nirxandin, di rêza çaremîn a lîsteya giştî de cih digire.
Li Tirkiyê jî tê texmînkirin 110 heta 130 kole hene û bi vî rengî di rêza 90. de cih digire.
Rapora saziyê, ji raporên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî yên li ser mijarên xebata bi zorê de, hat amadekirin.
Li gorî raporê ji sedî 72 ê koledariya modern li parzemîna Asyayê ye. Li Çînê 2.9 mîlyon, li Pakîstanê 2.1 mîlyon kole hene. Welatên ku hejmareke zêde kole lê hene, di mijarên pêşketina kêm, xizanî, feqîrî û qadên xebata civakî de li heman astê ne. Li gorî pisporan qurbanên herî mezin ên koledariya li gelemperiya cîhanê, jinên bi zorê yan jî di temenê biçûk de hatine zewicandin e.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi 59 hezar û 644 koleyan di rêzay 134. de cih digire. Di rêzên dawî yên lîsteyê de jî Elman, Koreya Başûr, Awûstûralya, Fransa, Kanada û Îngilîstan cih digirin.