Li Çewlikê lehî rabû

Li Çewlikê lehî rabû

Li Çewlikê ji ber barana zêde Caddeya Genç a hîn nû binesaziya wê hatibû çêkirin di bin avê de ma. Ji ber caddeya ku veguherî golekê esnafan li hemberî şaredariyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li Çewlikê ji ber barana nîv saetê Caddeya Genç a hîn nû binesaziya wê hatibû çêkirin di bin avê de ma.

Gelek esnafên ku dikanên wan tijî av bû nerazîbûnên xwe li hember şaredariyê anîn ziman. Esnafê bi navê Yusuf Kaya got, “Mirov dibêje qey li şûna binesaziyê joresazî çêkirine. Hema baranek hat û çi herî û qirêjî hebû derket holê. Qaşo şarederiyê dikin. Ma xizmet wiha dibe?”