Li Çewlikê 110 xwendekar bi jehrê ketin

Li Çewlikê 110 xwendekar bi jehrê ketin

Li Çewlikê 110 xwendekarên ku bi şêweyê sîstema gerê li dibistanên cuda perwerdeyê dibînin bi jehrê ketin.

110 xwendekarên ku bi sîstema gerê li dibistanên seretayî yên Navenda Gazî, Kirkagil, Çeltiksuyu, Gözeler, Sariçiçek, Gazî, Sanacak û Dibistana Seretayî ya Pansiyolu Yamaç perwerdeyê dibînin, piştî xwarina nîvro bi jehrê ketin.

Xwendekar rakirin nexweşxaneyên Çewlikê û derbarê fîrma ku xwarinê belav dikir de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di 17’ê Îlonê de li Êlihê 180’ê xwendekarên seretayî ku bi sîstema gerê perwerde dibînin bi jehrê ketibûn.