Li Cerablûsê ji ber teqînekê kesek mir
Li nêzî deriyê sînor ê Cerablûs-Tirkiyeyê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di bûyerê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî deriyê sînor ê Cerablûs-Tirkiyeyê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di bûyerê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li ber nexweşxaneya Cerablûsê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî teqiya.
Ji ber teqînê ku li nêzî deriyê sînor ê Cerablûs-Tirkiyeyê rû da, kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.