Li Cenevreyê ji bo qirkirina Ermeniyan abîdeyek tê çêkirin
Dadgeha Kantona Cenevre, çêkirina abîdeya qirkirina Ermeniyan erê kir. Tê plankirin ku vekirina abîdeyê di salvegera 103’an a qirkirinê de bê pêkanîn.
Dadgeha Kantona Cenevre, çêkirina abîdeya qirkirina Ermeniyan erê kir. Tê plankirin ku vekirina abîdeyê di salvegera 103’an a qirkirinê de bê pêkanîn.
Dadgeha Kantona Cenevre, biryara dawî ku têkildarî abîdeya bi salane li ser navê qurbaniyên qirkirina Ermeniyan dixwazin bê çêkirin û di her carê de ji aliyê zextên diplomatîk ên Tirk ve dihat astenkkirin da. Dadgeh gehişt wê qanetê ku astenk kirina çêkirina abîdeyê bê wate ye, biryar da ku abîde li Parka Trembley a li nava Cenevre bê çêkirin.
Melîk Orhan ê Ermeniyê Parîsê ji bo bibîranîna qurbanên Qirkirina Ermeniyan projeyek bi navê “Fenerên Kolanan ên Bîbîr tînin”çêkir û plan dike ku di salvegera 103’an a qirkirinê de bê çêkirin.
Di sala 2008’an de çêkirina abîdeyê ji aliyê Konseya Bajêr a Cenevre ve hatibû erê kirin, piştre projeya abîdeyê di sala 2011’an de hat xilaskirin û heta roja me ya îro ji ber zextên dîplomatîk ên Tirkiye hatiye paşvexistin. Abîdeya ku bûye sedema krîzek mezin a di nava Swîsre û Tirkye de, her çendî destûr hatibe dayîn ji abîde li parkek li nêzî Ofîsa NY a Cenevre bê çêkirin, ev jî ji ber sedema zextên Tirkiye destûr nehatiye dayîn. Dîaspora Tirk a ku di her carê de mijarê dibe dadgehê, heta roja îro ji bo neçêkirinê gelek astengî derxistiye.