Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li çar bajaran operasyonên KCK’ê: 36 binçavî

Li çar bajaran operasyonên KCK’ê: 36 binçavî

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Sêrt, Stenbol, Êlih û Bedlîsê polîsên AKP’ê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 36 kes binçav kirin. Di nava 48 saetan de herî kêm 58 kes di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Sêrtê ve hate dayin, ev operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk a Amedê ve hatiye kirin. Di encama serdegirtinan de li Sêrtê 14, li Êlihê 2, li Bedlîsê 2 û li Stenbolê jî 18 û bi giştî 36 kes hatin binçavkirin.

Di demjimêrên danê sibê de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê polîsan bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de giritn û di encamê de 17 kes binçav kirin. Navên kesên di encama serdegirtinên li taxên Karayollari, Paşa û Karadenîzê pêk hatin de hatin binçavkirin wiha ne: Kerim Tay, Nezir Tay, Abdulkerim Tay, Şakir Toktaş, Nevzat Toktaş, Selahattin Toktaş, Hasan Ayber Guler, Mehmet Tokdemir, Adil Tokdemir, Necmettin Epturan, Behçet Tokdemir, Zeki Tutuş, Şakir Tutuş, Yuksel Tutuş, Besim Ayber Guler, Salih Turhan, Mehmet Ali Turhan. Hate zanîn ku dê kesên hatine binçavkirin bibin Amedê.

Navên 11 kesên ku li gundê Girdika yê navçeya Hawêl a Sêrtê hatin binçavkirin jî wiha ne:Îbrahim Temurboga, Emin Togluk, Beşir Tarlak, Nezir Tutuş, Ahmet Parlakuşer, Nuri Tutuş, Yasin Tokdemir, Ekrem Tokdemir, Omer Tokdemir, Îdris Parlakuşer, Vezir Tutuş. Di encama serdegirtinên 8’ê berfanbarê li Sêrtê pêk hat de 15 kes hatibûn binçavkirin û ji vana 8 kes hatibûn girtin.

Li aliyeke din roja 19’ê berfanbarê li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê û gundê û li gundê Dêzê yê Colemêrgê 22 kes bi di çarçoveya operasyonên “KCK”ê de hatibûn binçavkirin

BINÇAVKIRINÊN REKOR

Rejîma AKP’ê bi taybet di meha mijdarê de rekor şkand. Li vê lîsteyê her roj bi dehan kesên din zêde dibin. Di meha mijdarê de zêdetirê 1000 kes hatin binçavkirin, ji vana ji 230’ê zêdetir zarok û derdora 300’î xwendekar in.

Li gorî rapora salane ya ÎHDê sala 2011 zêdetirê 12.600 kez ji ber hincetên siyasî hatin binçavkirin. Ev hejmar di sala 2010 de 7.100, di sala 2009 de 7.718 bû. Rejîma AKPê tenê ji destpêka sala 2009 û heta 2011ê 27 hezar û 503 kes binçav kir, ji vana 6.444 kes hatin girtin.