Li çar aliyên Swêdê çalakiyên ji bo Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiyên ku li sivîlan dike, li gelek bajarên Swêdê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiyên ku li sivîlan dike, li gelek bajarên Swêdê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.
Swêdî û komên din ên koçberan jî piştgirî dan çalakiyan. Her wiha bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabin.
SODERHAMN: Li bajarokê Soderhamn ê li herêma navîn a Swêdê, Partiay Karker a Sosyal Demokrat û Partiya Çep çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin. Qisekeran hişyarî dan ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê dikare şerê navxweyî yê li Sûriyeyê girantir bike.
BOLLNAS: Li bajarê Bollnasê, bi beşdariya 200 kesî meş û mîtîngek hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşmên "Kujer Erdogan, "Bijî berxwedana Efrînê", "Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişînin" û "Artêşa Tirk ji Rojava bicehime" hatin qîrîn.
MALMO: Li bajarê Malmo, zêdeyî 3 hezar kes li meydana Mollenvagtorgetê li hev civiyan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî mîtîngê bûn. Nûnerên Swêdî bi bîr xistin ku piştî YPG/YPJ'ê çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, bêhn hatiye ber Ewropayê û gotin, bêdengiya cîhanê li pêşberî êrîşên li dijî YPG/YPJ'ê rûreşî ye.
VARNAMO: Li bajarê Varnamoyê ku cihekî biçûk e, yekemcar xwepêşandanek li dijî dewleta Tirk hate kirin. Bi sedan kes li meydana Frîstadtorgetê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk şermezar kirin.
NORRKOPÎNG: Bi banga Platforma Zagrosê û Komeleya Çanda Kurd, her wiha bi desteka Asûrî-Suryaniyan li meydana Radhusê ya bajarê Norrkopîngekê bi beşdariya hezar kesî xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxistin. Li vir daxuyaniyek hate dayin û hat ragihandin ku dewleta Tirk li Efrînê êrîşî sivîlan dike û hat xwestin ku pêşî li Erdogan were girtin.
ALMHÛLT: Çalakiya li bajarê Almhûltê jî bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Di çalakiyê de bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk cihê xwe li cem gelê Kurd bigire.
VÎMMERBY: Nêzî 200 Kurdistaniyên li bajarê Vîmmerby li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakiyek kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Efrînê biparêze", "Efrînê rizgar bike", "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bisekinîne", "Kurdan pêşî li DAÎŞ'ê girtin, lê niha êrîş li wan tê kirin" hatin qîrîn.
KALMAR: Li bajarê Kalmarê bi sedan kes li meydana Larmtorgetê hatin cem hev û bi xwepêşandanekê piştgirî dan gelê Efrînê. Çalakgeran diyar kirin ku çalakiyên wan ên ji bo piştevaniyê wê bidomin.