Li Bûrsayê rêveberên DEM Partî û TUHAY-DER'ê hatin girtin

Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Îshak Tekîn û rêveberê TUHAY-DER’ê Mahmût Îpek ên li Bursayê hatibûn binçavkirin, bi hinceta “emdamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke li Bursayê hatiye destpêkirin de, di 14’ê sibatê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bursayê Îshak Tekîn û rêveberê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) Mahmut Îpek jî di nav de 4 kes binçav kirin.  

Ji 4 kes duh piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Bursayê bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 2 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Rêveberê DEM Partiyê yê Bursayê Îshat Tekîn û rêveberê TUHAY-DER’ê Mahmût Îpek bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.