Li Burksel û Hamburgê çalakiya ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin’

Li Burksel û Hamburgê çalakiya ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin’

Yeketiya Jinên Sosyalîst (SKB) Rêxistina Belçîkayê di çalakiya li Brukselê hatî duristkirin, xwest komkujiya li Parîsê bê ronî kirin.

Di çalakiya ku demjimêr 16’an de li ber Sefaretxaneya Fransayê ya li Brukselê pêkhat de, jinên SKB bandê reş avêtin devê xwe û komkujî protesto kirin, her wiha xwestin hêzên li pişt komkujiyê bêne derxistin.

Jinên SKB ku wêneyên ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez û pankertên bi zimanê Fransî li ser nivîsa “Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin” hatin hilgirtin, her wiha ji bo balê bikişînin ser bêdengiya li ser komkujiyê demekê çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Daxuyaniya ku li vir hate dayîn hate gotin ku, “Li ser komkujiya Cansiz, Dogan û Şaylemezê jiyana xwe ji dest dan 4 meh derbaz bûn. Lê belê lêgerîna edaletê ya me jinan hêjan didome. Ji komkujiya 9’ê Çileyê ku 3 jinên Kurd yên şoreşger hatin qetilkirin, hêjan kiryar nehatine dîtin. Em faîlan dixwazin.”

LI HAMBURGÊ ÇELENK DANÎN

Li bajarê Hamburg yê Almanyayê jî Meclisa Jinan ya Rojbîn li ber konsolosa Fransayê mitîngek bi şîara “Em edaletê dixwazin” li darxist. Di çalakiyên nobetê yên ku 13 heftiye her rojên Çarşemê tê li darxistin, xwestin komkujiya Parîsê bê ronî kirin. Çalakvana çelenka reş danîn ber konsolosa Fransayê.

Di çalakiya ku bi zimanê Fransî, Almanî, Kurdî û Tirkî slogan hatin avêtin de, li gel ciwanên Kurd jinên SKB’ê jî piştgirî da. Di axaftinên hatin kirin de, qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin şermezarkirin û xwestin komkujî bê ronî kirin. Anja Flach li ser navê Meclisa Jinan ya Rojbîn axaftinek kir û da diyarkirin ku, Sakîne Cansiz jib o jinên Kurdan mînakeke û êdî ji bo jinên cîhanê weke sembola tekoşîna azadiya jinê ye.

Flach bal kişande ser ku, li ser komkujiya Parîsê çar meh derbazbûn û got, pêwîste welatên Ewropa piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Ronîkirina komkujiya Parîsê jî perçeyek ji vê ye.