Li Burdurê esnafekî Amedî hate kuştin

Li Burdurê esnafekî Amedî hate kuştin

Li Burdurê esnafê bi navê Murat Yabal ê 25 salî yê ji Amedê ji aliyê kesê bi navê Mehment Işilak ve hat kêrkirin û qetilkirin.

Li Burdurê duh esnafê ji Amedê yê bi navê Murat Yabal (25) ji aliyê kesekî bi navê Mehmet Işilak ve hat kêrkirin. Yabal li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê polîs û dozger hatin cihê bûyerê otopsî kirin. Mehmet Işilak jî teslîmî polîsan bû.

Piştî otopsiyê malbatê cenazeyê xwe wergirtin û ber bi Amedê ve birê ketin. Birayê Murat Yabal Erkan Yabal diyar kir ku, berê jî Mehmet Işılak bi birayê wî re niqaş kiribû û piştî dîsa nîqaş kirin birayê wî ji dil ve kêr kir û kuşt. Erkan Yabal duh dabû zanîn ku, dê sibê (14-01-2013) cenaze li Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin bikin. Yabal destnîşan kir ku, piştî defin bikin dê di derbarê bûyerê de tekoşîna hiqûqî bidin destpêkirin.