Li Brukselê şeva HDP’ê ya li dijî faşîzmê
Li Brukselê têkildarî hilbijartinan çalakî hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku ew ê gel ji bo HDP biçe ser sindoqan û ew ê karibe faşîzma AKP-MHP’ê bide sekinandin.
Li Brukselê têkildarî hilbijartinan çalakî hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku ew ê gel ji bo HDP biçe ser sindoqan û ew ê karibe faşîzma AKP-MHP’ê bide sekinandin.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye şevek hate organîzekirin. Di şevê de nûnera HDP’ê Fîlîz Koçalî, Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer û Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman axivîn.
‘TIRKIYE TENGIJIYE’
Koçalî piştî rêzgirtina şehîdên şoreşê yên Kurdistanê axivî û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de ye û bang li gel kir ku bila biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.
‘JI BO SEKINANDINA FAŞÎZMÊ’
Parlementer Hezerê jî bi bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji ber ku em alaya şehîdan bilind dikin, ew ji me ditirsin. Em kabûsa faşîzmê ne. Ji bo sekinandina faşîzmê em li kolanên Ewrûpayê bin.”
Piştî axaftinan Seyda Perînçek, Ozlem Baglayan û Mûstafa Aydin stranên xwe pêşkêş kirin.