Li Brukselê li ser sê konferansan agahî hatin dayîn

Li Brukselê li ser sê konferansan agahî hatin dayîn

Di Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li paytextê Belçîka Bruselê beşa sibehê de, daxuyaniyên konferansên Enqere û Amedê, her wiha 3’mîn Komcivîna Mezin a Elewiyan hatin kirin.

Di konferansê de ji Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) Sarûhan Oruç, li ser navê konferansa Enqereyê delege silav kirin. Orûç di axaftina xwe de têkilarî konferansa Enqereyê û encamên wê agahî dan.

Orûç da zanîn ku, “Me di xwest vê konferansê dema ku pêwîstiyên Pêngava Duwem hatin avêtin pêkbînin” Orûç diyarkir ku, lê belê her tişt weke di hate hêvî kirin pêşneket. Orûç balkişande ser berxwedana Parka Gezî û erîşa duh li Lîceyê leşkeran birî ser gel wiha got: “Ev bûyer didin nîşakirin ku, pêwîsityên Pêngava Duwem nehatine pêkanîn.” Orûç da zanîn ku, “Mirov li bendê bisekine çareserî çênabe, dê bi yeketî û tekoşîna hevpar ya gelan çêbibe, bê qezenc kirin.”

Sarûhan Orûç diyarikr ku, di konferansa Enqereyê de biryar hatiye girtin ku xebatên weke “Komîsyona Heqîqet, rû birû bûn û edaletê”, “Komîsyona Hiqûq, paqijiya rê û makezagona nû”, “Komîsyona siyaseta Demokratîk û Muzakereyên Civakî” werin berdewam kirin. Orûç diyarkir ku, di pêvajoyê de ya girîng ewe ku muzakere bibin ên civakî û ji bo aştî mayîn de bibe banga bilindkirina tekoşîna hevpar kir.

Di derbarê Konferansa Amedê de jî Serokê Giştî ê KADEP’ê Lutfî Baksî axivî.

Baksî anî ziman ku, “Konferansa Amedê nûnertiyek berfireh ya Kurdistanê anî gel hev û bi serkeftî bi encam bûye.” Baksî diyarkir ku, nûnertiya jin û ciwanan jî hate kirin. Baksî got: “Gelê Kurd bi înîsiyatîfa xwe hedef kiriye ku statûyekî siyasî bidest bêxe.”

Baksî di axaftina xwe banga avakirina rêya diçe azadiyê kir.

Bulent Ant jî derbarê 3’mîn Komcivîna Mezin a Elewiyan de jî axivî diyarkir ku, “Em çi keyfxweşin ku nûçeyên mirinê nayên.” Ant anî ziman ku, aştî netenê bi dest û xwesteka dewletê ye, pêwîste bi destê gel were kirin û got, ew weke Elewî tam piştgiriyê didin pêvajoyê.

Bulent ji bo AKP pêvajoya aştiyê li gorî berjewendiyên xwe ên konjokturelî bikar neyne hişyarî kir, pêvajoya aştiyê bi serê xwe ne tiştekî menqûle, dê bi tekoşîna me pêkbê.

Ant rexne li AkP’ê kir ku Tirkiyeyê weke şîrketekê birêve dibe û behsa polîtîkayên hikumeta AKP’ê û gotinên nefretê ên Fetûllah Gulen ên derbarê Elewiyan de kir. Hewildanên ku Elewiyan weke asteng li pêşiya pêvajoyê dibînin, gûmanan çêdike û rexne li “tifaqa Sunî” kir.