Li Brukselê heman rojê 2 çalakî tê lidarxistin: Kurdistanî û wesayîtan
Polîsê Brukselê ji ber 2 çalakiyên sibê were lidarxsitin ajokarên wesaîtan hişyar kir û got ‘neyên bajêr’.
Polîsê Brukselê ji ber 2 çalakiyên sibê were lidarxsitin ajokarên wesaîtan hişyar kir û got ‘neyên bajêr’.
Roja Sêşemê (Sibê) li paytexta Belçîka Brûkselê 2 çalakiyên cuda tê lidarxistin û ji ber van çalakiyan tê payîn ku trafîk serûbin bibe.
Ji ber çalakiya wesayîtan tê payîn ku ji seat 05:00’an ve hemû rêyên diçi Brûkselê qelebalixek mezin çêbibe. Li rêyên derdor, ketin û derketin û li navenda Brukselê ji bo ajokaran hişyarî hate kirin.
Jİ ber çalakiya ajokaran diyar bu ku wê hinek rêyên wesayîtên guhestin û veguhestinên civakî bandor bibin.
Çalakiya Kurdistanî û dostên wan jî seat 13:30’an tê lidarxistin. Platforma Efrînê a ku ji Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî, Asûrî-Suryan, Ermenî, saziyên Ewropa, rêxistin, komên baweriyê, şexsiyet, akademisyen, şoreşgre, ji saziyên jin û ciwan ên demokratk pêktê çalakiyê organîze dike.
Meşa ku bi dirûşmeya ‘NATO hevkarê sûcê Erdogan ê li Efrînê ye’ wê li gara Nordê destpê bike. Meş wê li Jardin Botanique, çerxerêya Pacheco, Saint Mcihel û Dudule Katedrali qad û kolan Congres, qada Madou, kolana Joseph ll, kolan Belliard, cadeya Joyeuse Entrée û li kolna Loi a nêzî Shuman re derbas bibe.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna bihêz ji bo meşa 27’ê Adarê were lidarxistin, kiribû.