Li Brukselê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê dimeşin
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava dimeşin.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava dimeşin.
Bi banga platforma 'Defend Rojava' bi hezaran kes ji Fransa, Elmanya, Hollanda û Belçîkayê li hev kom bûn.
Meşê saet 13:45'an li nêzî Gare du Nordê dest pê kir û wê li pêşiya Gare Centralê bi dawî bibe. Li qada mîtîngê wê nûnerên komîteya amadekar biaxivin.
Di meşê de alên YPG û YPJ'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmên ku dewleta Tirk şermezar dikin tên qîrîn.