Li Brîtanyayê amadekariyên mîtînga mezin a HDP'ê

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re, xebatên hilbijartinê yên li Brîtanyayê zêde bûn.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re, xebatên hilbijartinê yên li Brîtanyayê zêde bûn. Koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê wê di vê çarçoveyê de li Lee Valley Athletic Centre ya li Londonê di 26'ê Nîsanê de mîtîngeke mezin pêk bîne.

Roja Şemiyê li çar navendên cuda civîn hatin lidarxistin, xebatên hilbijartinê hatin nirxandin û bang li mirovên dixwazin bi dildarî cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigirin, hat kirin. Di civînên hemwext ên li Navenda Civaka Kurd, Daymer, Halkevî û Kirkisrakiyan de, her wiha amadekariyên ji bo mîtînga 26'ê Nîsanê hatin nirxandin. Di mîtînga 26'ê Nîsanê saet di 13:00 a li Lee Valley Athletic Centre de wê Hevseroka berê ya HDP'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak amade be.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Brîtanyayê ku di meha Sibatê de hat avakirin û di nav de 26 sazî hene, heta niha bi xebateke berfireh re qeyda bi hezaran hilbijêrên nû kir. Koordînasyonên xweser ên hilbijartinê yên jin û ciwanan jî, di heman çarçoveyê de xebatê dimeşînin.

Ji bo tevlîbûneke xurt li dengdana rojên 30 û 31'ê Gulanê yên li paytext London û bajarê Edînbûrghê bê kirin, xebateke berfireh tê meşandin. Koordînasyon ji bo gel bi hêsanî bibe navendên sindoq lê ne dixebite û ji bo vê jî li 9 navendan buroyên pêwendiyê hatine avakirin.

Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de li Ewropayê bi qasî 2.5 mîlyon, li Brîtanyayê jî bi qasî 90 hezar hilbijêrên qeydkirî hene. Ji bo hemû hilbijêrên li derveyî welat, dema bikaranîna dengan li gumrukan di 8'ê Gulanê de destpê dike û di 7'ê Hezîranê de bi dawî dibe.