Li Brîgtonê ji bo Heskîfê çalakî

Bi boneya Roja Çalakiya Duyemîn Cîhana Heskîfê li bajarê Brîghton a Îngilîstanê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi boneya rojê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûssex li gel Koma Piştgiriya Kurdistanê a Brîghtonê bi dirûşa “Bendava Ilsû rawestînin” û “Destê xwe ji Heskîfê vekişin” çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya welatiyên Bîrîtanyayî elekqeyek mezin nîşan da de, di belavokên hatin belavkirin de hate diyarkirin ku bê ka çawa dîroka 12 hezar sal a Heskîfê çawa dixwazin tine bikin, ev êrîşa li hember mîrasê çandê yê şaristaniya hezar salan tê wateya êrîşa li ser hemû mîrasê dîroka mirovahyê. Bang hate kirin ku divê saziyên navneteweyî û derdorparêzên bi hestyar têkildarî vê mijarê bikevin nava tevgerê.

Di çalakiyê de ji bo welatiyên Brîtanyayî hate xwestin ku têkildarî çalakiyên kampanyaya îmzeyan a ji bo Heskîfê û çalakiyên din bê lidarxistin, tevlî bibin.