Li Bremenê panela li ser girîngiya dengê NA

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Platforma NA li ser referandûma 16'ê Nîsanê panelek lidar xist.

Heverokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy, Hîndekara Zanîngeha Bremenê Akademîsyena Aştiyê Dr. Olga Selîn Hunler weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Li dû xwendina belavoka pêkhateyên Platforma NA, Dr. Olga Selîn Hunler axivî. Hunler diyar kir, AKP bi hilweşandinê hukmê xwe heye.

Hunler destnîşan kir, referandûmek di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bê kirin, wê antî demokratîk be û got, bi binpêkirina pîvana bêalîtî û pîvanên destûra bingehîn re, destûreke bingehîn a 'surprîz' ê amadekirin.

Hunler anî ziman, alîgirên AKP'ê bi xwe jî nizanin bê ev destûra bingehîn wê Tirkiyeyê ber bi ku ve bibe û da zanîn, bi vê destûra bingehîn re wê parlament mîna dekorekê bimîne.

Seroka Halkevlerî Oya Ersoy jî diyar kir, guhertina destûra bingehîn erka her tiştî radestî şexsekî tê kirin û ragihand, ev şexs wê bê fikar, bêyî kontrolê li gorî dilê xwe welêt bi rê ve bibe.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Dîcle diyar kir, Ewropayê ji êşên berê ders derxist û xeteriya sîstema ku Erdogan dixwaze bafirîne, dîtiye. Dîcle got, "Kêm jî be hişyariyê dide Erdogan. Di dema hevdîtinan de Birêz Ocalan jî heman hişyarî dida. Me wê çaxê jî ji hikumetê re ragihandibû, lê mixabin Erdogan û AKP'ê bi xeyalên Osmanî welat xist nava vê kaosa mezin a îro. Di navbera Erdogan û Hîtler de tenê cudahiyek heye. Ew jî simbêlên wan naşibe heb. Ji bo pêşî li kaosa li pêşiya Tirkiyeyê ye bê girtin, lazim e dengê 'NA' bê xurtkirin."

Di panelê de hat ragihandin, rewşa girtiyên li girtîgehan di grevê de ne, krîtîk e û bal li beşdaran hat kirin ku bala wan li ser vê mijarê be.