Li Bordeauxê Newroz hate pîroz kirin
Li Bordeauxê Newroz hate pîroz kirin
Li Bordeauxê Newroz hate pîroz kirin
Li bajarê Bordeaux yê Fransayê Newroz bicoşek mezin hate pîroz kirin. Di şeva Newrozê ya duh pêkhat de bi sedan Kurdistanî, dostên Tirkiyeyî û Fransî tevlî bûn.
Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Li bajarê Bordeaux yê Fransayê bi coşek mezin Newroz hate pîroz kirin.
Di şeva ku peyama têkildarî roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê hate xwendin de, hate diyarkirin ku, azadî tenê heta ku jin azad bibin dikare pêk bê.
Di şevê de axaftina ku li ser navê Komeleya Çanda Kurdan hatî kirin, operasyonên dewleta Fransa yên li dijî gelê Kurd hatin şermezar kirin. Hate destnîşan kirin ku pêwîste Fransa dest ji vê helwesta xwe berde û hate daxwaz kirin ku, di serî de siyasetmedarê Kurd Adem Uzun û tevayî Kurdên niha girtî serbest berde. Yên tevlî şahiyê bûn bi çepik û tîlîliyan piştgirî dan vê bangê. Axaftin bi sloganên ‘Bijî Newroz” bidawî bû.
Di şahiyê de hevjîna Silêman Yeter yê sendîkavan ku li Tirkiyeyê hate qetilkirin Ayşenûr Yeter jî axaftinek kir. Yeter da zanîn ku, gelê Kurd dê di dawiyê de bigehe azadiya xwe. Yeterê Newroz û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.
Di şahiyê de Koma Çiyayê Mûnzûr û Hozan Diyar derketin ser dikê. Bi girêdana govendê re pîrozbahiya Newrozê bidawî bû.