Li Bonnê komîsyona hilbijartinê hat avakirin

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Bonn, Meckenheîm, Eûskîrchen û Troîsdorfê dijîn li bajarê Elmanya Bonnê civiyan û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê komîsyonek ava kirin.

Xebatên Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê dewam dikin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Bonn, Meckenheîm, Eûskîrchen û Troîsdorfê dijîn li bajarê Elmanya Bonnê civiyan û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê komîsyonek ava kirin. Ev komîsyona ku piraniya endamên wê jin in, wê der barê hilbijartinê de gel agahdar bike.

Meclîsa Jinê ya Sara ya li Bonnê jî wê di nava komîsyonê de cih bigire. Nûnera Meclîsê got, "Cihgirtina jinan di nava vî karî de bêguman wê rengê hilbijartinê biguherîne." Nûner anî ziman ku wan dest bi xebatên pratîkî kirine, her roj mirovên nû tevlî kar dibin û diyar kir ku wan bername û armancên xwe jî destnîşan kirine.

Nûner ragihand ku ew ê heta 10'ê Îlonê qeyda hilbijêran kontrol bikin û dûre giraniyê bidin ser xebatên propagandayê. Nûner got, "Di qonaxa dawî ya xebatên me de jî em ê hilbijêran bibin cihê dengdanê û bînin."

Nûnera Meclîsê diyar kir ku ji bo vê yekê ew ê di 13'ê Îlonê de ji bo jinên li Bonn û derdora wê dijîn taştê amade bikin û bang li hemû jinan kir ku di vê xwarinê de amade bin.