Li Bonn û Saarbruckenê çalakiyên xwedîderketina li Rojava

Li bajarên Bonn û Saarbruckenê yên Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî pêk hatin.

BONN

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo piştevaniya Rojava çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de berxwedana Rojava ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li Kaîserplatzê ya ji bo bîranîna şehîdan ciwanan dest bi meşê kirin.

Ciwanên ku bi pankarta "Jin, jiyan, azadî" û alên YPG, YPJ û TEV-DEM'ê meşiyan bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava li hev kom bûn.

Di çalakiyê de her wiha salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.