Li Bombay bînayek hilweşiya, 70 kes di bin xerabeyê dene
Li Bombay bînayek hilweşiya, 70 kes di bin xerabeyê dene
Li Bombay bînayek hilweşiya, 70 kes di bin xerabeyê dene
Li paytextê Hindîstanê yê aboriyê Bombay di encama hilweşîna bînayekî 5 qat de 70 kes winda bûne.
Ji rayedarên felaketê yên Hindîstanê Alok Avashty, di daxuyaniya ku ji AFP’ê re kirî de got ku; “ em difikîrîn ku nêzî 70’ê kes di bin xerabeyan de mane.”
Li gorî Avashty di bînaya xirabûyî de 22 malbat di jiyan. Bînayên ku li rojhilatê Bombayî yên girêdayî şaredariyê ne, li gor niştecihên wir di vê bîna hilweşî de di navbera 40-60 kes di jiyan.
Ji berpirsê bajêr Manisha Maniskar got ku heya niha 7 kes bi zindî ji bin xwerabeyan hatine rizgar kirin.
Li gorî şaredariya Bombay di bînayê de xwebatkarên xwecihî û malbat diman. Ji niştecihên vê bînaya ku 30 sale hatiye çêkirin hatibû xwastin ku di nava salê de derbikevin. Lê karbidestan zanyariyek li ser ka çima xwastine bînayê vala biken ne dane.
Li Bombay û Banliyolerin di mehên dawî de 5 bîna helweşane. Di meha Nîsanê de di encama hilweşîna bînayekê de 74 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev qezane nîşan didin ku kaliteya ne baş ya înşiatan û binpê kirina zagonên bajervaniyê ne.