Li Boluyê xwendekarên kurd rastî gefên bi çek hatin

Li Boluyê xwendekarên kurd rastî gefên bi çek hatin

Li Boluyê 2 xwendekarên kurd li nava kolanê rastî gefên bi çek hatin. 

Li Boluyê xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê Îbrahim û Erdal ku paşnavê wan nehat zanîn li nava kolanê rasti gefên bi çekdaran hatin. Di saetên şevê de li Qada Kardelenê dema diçûn malê ji aliyê 2 kesên nijadperest ve rastî fên bi çek hatin. Xwendekarên kurd li qada ku Walîtî lê ye û kamerayên mobese ji lê hene rastî gefên bi çek hatin. Piştî ku hevalên 2 xwendekarên kurd bi hawara wan hatin 2 kesên êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan û ber bi Qereqola Polîsan a Bahçelievlerê ve reviyan. Piştî vê bûyerê xwendekarên kurd çûn qereqolê û gilî kirin. Lê xwendekarên kurd li vir jî rastî neheqiyê polîsan hatin.