Li Bolîvyayê agirê Newrozê hate hilkirin

Li Bolîvyayê agirê Newrozê hate hilkirin

Li bajarê El Alto yê Bolîvyayê ku 4500 m bilinde Newroz hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku parlementerên Bolîvyayê û nûnerên komînan tevlîbûyî de peyama “Em li gel birayên xwe yên Kurdistanî yên ku bi qehremanî tekoşînê birêve dibin.”

Newroz li bajarê El Alto ku yek ji navendên girîng yên tevgera sosyalîst ya di pêşengtiya Evo Morales de  ye hate pîroz kirin. Serokê berê yê Koma Parlementoya Bolîvyayê, serokê komîteyên parastina netewî,  parlementer Roberto Rojas, ji pêşengên jinan û tevgerên herêmî yên Bolîvyayê parlementer Alcra Flores Cortez, komîteyea koordînasyona civatan û Komînên Bajarê El Altoyê-Endamê Fejuve Pascual Ayma jî heyî gelek dostên Kurdan tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Di şahiyê de Parlementer Alcira Flores Cortez axaftinek kir û balkişande ser şibandinên şoreşa demokratîk ya ku li Bolîvyayê tê meşandin û  konfederalîzma demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dîtin dike. Got: “Em li gel birayên me yên Kurdistanî ku tekoşînê bi qehremanî birêve dibin. Pêwîste ji bo serbest berdana birayê me Ocalan û girtiyên siyasî tişta ji destê me bê em bikin.”

Parlementer Roberto Rojas jî ku bi cilên gêrîlayên Kurd tevlî pîrozbahiyê bû, bang kir ku rêxistinên rêveberiya herêmî û gelê Amedê, bi El Alto re têkiliyên biratiyê pêşbêxin. Rojas got: “Di demek herî kurt de em dixwazin tecrûbe, ceribandin û jiyana xwe bi gelê Amedê re parve bikîn. Biratiya van her du bajarên berxwedêr, di heman demê de dê biratiya gelê Kurdistan û Bolîvyayê pêk bîne.”

Piştî axaftinan li ber avahiya Koordînasyona Civatên Komîna El Alto bi sembolî agirê Newrozê hate pêxistin. Şahî bi stranên Aymara bidawî bû.