Li Bochumê êrîşên li Rojava hatin şermezar kirin
Li Bochumê êrîşên li Rojava hatin şermezar kirin
Li Bochumê êrîşên li Rojava hatin şermezar kirin
Li Bajarê Bochum yê Almanyayê êrîşên li ser Kurdên Rojava bi meşeke girseyî hate şermezar kirin. Di meşa ku alên PYD û YPG’ê hatin hilgirtin de, di axaftinên hatin kirin de jî Tirkiye û rejima Sûriyeyê hatin hedef girtin, her wiha hikumeta Başûr jî hate rexne kirin.
Di van demên dawî de êrîşên komên çete ên li bajarên Efrîn, Qamişlo û gelek bajarên din ên Rojava, li bajarê Bochum yê Almanyayê bi meşeke girseyî hate şermezar kirin. Meşa ku bi sedan kes tevlîbûn de, îro di demjimêr 15’an de li ber îstasyona trenê destpê kir. Piştî meşa nêzî demjimêrekê, girse hate ber avahiya Şaredariyê ya li navenda bajar û li vir mitîngek pêkanî. Di xwepêşandana ku alên PYD, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de, bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan” û “Bijî YPG” hatin avêtin û berxwedana li Rojavayê silav kirin.
‘HETA MIRINÊ EM DÊ DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN’
Li vir Endamê Meclisa PYD’ê ya Ewropayê Ehmedê Kobanî axaftinek kir û pêşketinên li Rojhilata Navîn û Rojava nirxandin. Kobanî balkişande ser ku li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng rû didin û got: “Di vê pêvajoyê de her kesim û gel ji bo mafê xwe tekoşînê dide. Em Kurd jî ji bo mafê xwe azadiya xwe li Rojava tekoşînê didin. Ev firsendekî dîrokiye. Em naxwazin vê firsendê winda bikin. Ji ber wê em weke gel heta mirinê di tekoşînê de ne.” Kobanî behsa sazîbûna ku Kurdan li Rojava damezirandiye jî kir û diyarkir ku, “Herkes pêşketin û destkeftiyên hatine bidestxistin bi îro re digire dest. Bingehê saziyên ku hatine avakirin ne yên çend salanin. Ev destkeftiyên tekoşînekî 30 salan e. bingehê PYD, YPG û saziyên hatine avakirin beriya 30 salan hatine dayîn. Destkeftiyên hatine afirandin jî berhemên vê tekoşînê ne.” endamê meclisa PYD’ê Kobanî behsa ambargoya li ser Efrîn û bajarên din jî kir û ev tişt gotin: “Li aliyekê em tekoşînê li hemberî rejima Sûriyeyê û li aliyê din jî tekoşînê li hemberî çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine rêxistin kirin dikîn. Hemû deriyên sînor li ser gelê me girtine. Dixwazin me bi birsiyatiyê dîl bigirin. Eger difikirin dê bi vî awayî serbikevin xwe dixapînin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî deriyê sinor girt û bû perçeyek ji van êrîşan. Li Efrîn û Qamişlo şervanên YPG’ê ne ji aliyê leşkerên dijmin ve, ji aliyê komên çete va hatin qetilkirin. Pêwîste her kes vê wisan bizane. Lê belê em heta mirinê dê van destkeftiyan biparêzin. Pêwîste gelê me vê wisan bizane.”
Di xwepêşandan protestoyî de bi pankrat û axaftinên hatin kirin de jî biryara rawestandina lîsansa Roj, Nûçe û MMC hatin şermezar kirin.