Li Bismilê qeza: 1 mirî, 11 birîndar

Li Bismilê qeza: 1 mirî, 11 birîndar

Li navçeya Amed Bismilê, mînîbusa servîsa xwendekarên dibistana amadeyî qelibî. Di encama qezayê de ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 11 xwendekar jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, mînîbusa xwendekar ji gundê Yamaç dibir dibistana amadeyî  Cahît Sikti Taranci û Îmam Xatîbê, li kîlometreya 16. a reya bejahî ya navbera Êlih û Bismilê, li qada  Çoltepe’yê qelibî.

Di encama qezayê de ajokar Recep Pîlatîn ê 50 salî jiyana xwe ji dest da û11 xwendekar jî birîndar bûn.  Hat ragihandin, ku ji birîndaran rewşa 3’an giran e. Birîndar li nexweşxaneyên Êlih û Amedê tên dermankirin. Ji ber qezayê, rêya navebera Êlih û Bismilê ji bo demekê li çûn û hatinê hat girtin.