Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 45 mirî
Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 45 mirî
Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 45 mirî
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşên bombeyî yên duh de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan, 125 kes jî birîndar bûn. Hin ji êrîşên li nava bajêr bi wesayîtên bombebarkirî bi awayê xwekujî, rû dan.
Êrîşa yekemîn li herêma Huseyniye ya li bakurê Bexdayê rû da. Di êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî yên li sê nuqteyên cuda de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa xwekujî ya li ser pireke di navbera herêma Kerîa a li bakurê Bexdayê û bajarê Kazîmiye de, tevî êrîşkar 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn.
Li taxên Beya, Er-Reşad û El Betûlê, bi sê wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hatin. Di bûyeran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn.
Li otoparkeke li rojhilatê Bexdayê jî, li taxa Es Sihha ya li herêma Ed Dûra û El Mesbahê wesayîtên bombebarkirî hatin etqandin. Di bûyeran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.
Li bajarên Mûsil û Dûzxurmatû yên Başûrê Kurdistanê jî di êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi vî rengî, di êrîşên duh ên li gelemperiya Iraqê de 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.