Li Bexdayê êrîşa xwekujî
Li Bexdayê ji ber êrîşeke xwekujî 8 kes mirin.
Li Bexdayê ji ber êrîşeke xwekujî 8 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên ewlekariyê yên Iraqê, li parkeke li herêma eş-Şule ya li bakurê paytext Bexdayê êrîşeke xwekujî hatiye kirin.
Ji ber êrîşê 8 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Cenaze û birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.