Polîsên ku bi mertalên xwe girseyê ji qadê dûr xistin, piştre jî Parêzerê Hiqûqnasên Hemdem Cem Gok jî di nav de 13 kes binçavkirin.
Polîsan êrîşî çalakiya nobedê ya “Em jiyanê diparêzin” a li ser banga ÎHD, TÎHV, Odeya Dixtorên Stenbol, Hiqûqnasên Hemdem, OPH û TOHVA ji bo piştgirîkirina Gulmen û Ozakça ku dixwest li Qada Beşîktaşê lidar bixin, kir. Polîsan Qada Beşîktaş a ku Meclîsa NA ya ku bi dirûşman li pêşiya Peykerê Kartal kom bûn, dorpêç kir, 13 kes bi derbkirinê binçavkirin. Li ser vê mudaxeleya kêfî jî welatiyên derdor nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ji bo şermezarkirina binçavkirina parêzvanên mafê mirovan, dîsa polîsan êrîş kir û gelek kes binçavkirin.