Li Beşîktaşê dengên ‘Hukumet îstifa’ bilind dibin
Li Beşîktaşê dengên ‘Hukumet îstifa’ bilind dibin
Li Beşîktaşê dengên ‘Hukumet îstifa’ bilind dibin
Li Beşîktaşê bi sedan kes bi duruşmên ‘ Hukumet îstifa’ di meşin.
Piştî sikandala nelirêtî û bertîlê, bi daxaza ‘hukumet îstifa’ meş û çalakî berdewam dikin. Liser banga foruma Abbasoglu vê êvarê li Beşîktaşê bi sedan kes daketin kolanan.
Girseya ku liber heykelê qertal kombûn, li nava Beşîktaşê digerin. Girse bênavber duruşmên ‘ 3 wezîr tenê nebese, hukumet îstifa’, pankartên ‘ Ev qirêjî wê şoreş paqij bike’, ‘ Her cîh bertîl,her cîh nelirêtî’ û ‘Ne lirêtiya ji bav bo kur’ hatin vekirin.
Rûniştvanên Beşîktaşê jî bi lêdana distik û sîniyan liser balqonên avahiyan piştgirî didin çalakvanan.